Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka, Pakîstanê bi Tundî Rexne Dike ku Hafiz Mihemed Saîd Berda


Qesra Sipî berdana mîlîtanê Pakistanî Hafiz Mihemed Saîd şermezar kir û got ku bi berdana wî Pakîstanê şik xistiye têkoşîna xwe ya dijî terorê.

‘’Ger Pakîstan bo girtina Saîd ti gav nevêje û wî jiber sûcên wî nedarizîne, ewê bandora wê ser peywendîyên Amerîka û Pakîstanê hebe û zararê bigehîne rûmeta navneteweyî ya wî welatî,’’ Qesra Sipî di daxuyanîyê de got.

Qesra Sipî di daxuyanîyê de herwiha dîyar kir ku Serok Donald Trump di sîyaseta Asya Başûr de dixwaze peywendîyên dualî yên avaker çeke.

Qesra Sipî da zanîn ku rêvebirîya Amerîka ji Pakîstanê dixwaze ku dijî terorîstên, ku ji herêmê re gef in, toleyan ragihîne û têkoşîneke xurt bike.

Saîd, rêvebirê Cemaat-ud Dava ya ku tê texmîn kirin girêdayî Leşkar-î Taybe ye bû. Pakîstanê, ser daxwazên Amerîka yên derbarê girtina terorîstan, di serê 2017’an de Saîd û çar hevalên wî xistibûn bin hepsa malê.

Karbidestên Pakîstanê, Hafiz Saîd, ku jiber berpirsîya êrîşên Bombayê yên 2008’an hatibû girtin, bi sedema tunebûna delîlan roja Înê, ji hepsa malê azad kiribû.

Wezareta Dadê ya Amerîka dîyar kiribû ku Saîd terorîst e 10 mîlyon dolar xelat bo girtin yan kuştina wî danabû.

XS
SM
MD
LG