Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dixwaze Ayasofya Bike Mizgeft Û Dadgeh Dê Biryarê Bide


Beşek ji avahiyê Ayasofya l iStenbul
Beşek ji avahiyê Ayasofya l iStenbul

Dadgeha herî bilind ya Tirikî roja Pêncşemê li dosya avahiyê dîrokî Ayasofya (Hagia Sophia) dinêre, kanê ewê her muzexane bimîne yan jî bibe mizgeft.

Meclisa Tirkî guhdariya belge û behaneyên parêzeran kir yên taybet bi daxwazên ku Ayasofya weke mizgeft bihê biryar dan, ev yek di raportek taybet ya Haber Turk TV da hat weşandin, aliyên ku dixwazin Ayasofya bibe mizgeft, pêşî dixwazin dadgeh biryara Encûmena wezîran ya sala 1934ê hilweşînin.

Di sala 1934ê bi mersumekê di serdema desthilata serokê Tirkiyê yê wî serdemî Mustefa Kemal Ataturk da, Ayasofya ji mizgeftê bo muzexanê hatbû biryar dan, lê serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî hate ser dethilatê pir caran daxwaz kirîye ku Ayasofya bibe mizgeft, ev jî dê bibe sedema dilgiranî û bertekên cîhana kristiyan ya rojavayî.

Foreign Policy di raporteke xwe da ya doh roja Çarşemê bi serdêra"Rê nedin Erdogan dîroka Kristiyanan li Tirkiyê ji nav bibe" weşandin û dabû zanîn ku serokê Tirkiyê dixwaze Ayasofya bike mizgeft, dema ku ev pêk bihê, dê derbeyek mezin li çanda dîrokî ya Orthodoks û Misliman bide û dê bibe sedema nemana pirnegiya olî û toleransiyê, Freign Policy weha nivîsabû.

Ji dadgeha bilind ya Tirkiyê hatiye daxwaz kirin ku li bîranîna derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê biryarê bide ku Ayasofya êdî bibe mizgeft û deriyê wê li hember oldarên misilman bo encamdana nivêj û dûyan bihê vekirin.

Ayasofya di sedsala 6'an da, di serdema Împeratoriya Bîzentiyan hatbû avakirin û di dema girtina Stenbolê de di sedsala 15'an ji aliyê dewleta Osmanlî ve hatbû girtin, di wê demê da dêra navdar ya kristiyanên Orthodoks kirbû mizgeft.

Heta niha çendîn caran daxwaz hatiye kirin ku Ayasofya ji muzexanê bibe mizgeft, herî dawî dadegha destûrî ya Tirkiyê sala 2018ê li ser daxwaza komela Tirkî red kir bû ku Ayasofya bo mizgeftê bihê veguhastin.

XS
SM
MD
LG