Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Çeteyên ku Şanderên Amerîkî li Haitî Revandine Daxwaza 17 Milyon Dolar Dikin


Polîs li kolaneke paytexta Haitî, Port-au-Prince.
Polîs li kolaneke paytexta Haitî, Port-au-Prince.

Li gor raporteke rojnameya Wall Street Journal, çeteyên ku 17 endamên grûpeke şanderên Amerîkî li Haitî revandine daxwaza 17 milyon dolaran jibo azadkirina wan dikin.

Ev agahî li ser zarê Wezîrê Navxweyî yê Haitî Liszt Ouitel hatîye ragihandin. Quitel dibêje ku koma çeteyan daxwaza yek milyon dolar li ser her kesekî revandî dike. Rojnameya New York Times jî ev yek piştrast kirîye.

Wall Street Journal got ku Quitel eşkere kirîye ku di nav kesên revandî de zarokên temen heşt mehî û herwiha yên temen 3, 6, 14 û 15 salî jî hene.

Ajanên FBI û karbidestên din yên hikûmeta Amerîkî alîkarîya desthilatdarên Haitî dikin jibo dîtina van 17 kesan ku di nav wan de pênc zarok hene.

Ev kes girêdayî grûpa Christian Aid Ministries ya şanderên Krîstyan li wîleyat Ohio ne. Ew roja Şemîyê li dema serdanekê bo sêwîxaneyekê li Haitî hatin revandin.

Di dema dawî de gelek bûyerên revandina xelkê li Haitî derketine holê. Wekî protesto li dijî van revandinan, cihên kar, dibistan û hatûçûna giştî li welêt hatine girtin.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG