Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Amerîkî bi Dehan Haîtîyî ji Girtîgehê Derxistin


Karbidestên Koçberîya Amerîka roja Duşemê bi dehan hemwelatîyên Haîtîyê ji girtîgehê li bajarê Del Rio yê Teksasê berdan.

Rojane rewşa penaberên Haîtîyî di nûçeyan de cîh digire jiber zêdebûna hejmara penaberan ku dixwazin derbazî Amerîkayê bibin.

“Ez pir kelecan im, spasdar im. Em di nav zor û zehmetîyê de hatibûn vir,” Micheline Baptiste, yek ji wan penaberan e ku hatîye berdan, ji Dengê Amerîka re got.

Rêwîtîya wê bo Amerîka bi peyatî 2.5 meh kişandîye û berîya rêwîtîyê ew li Şîlî dijîya.

Baptiste herwiha dibêje ku di rêwîtîyê de gelekî kes xeniqîne û mirine.

Baptiste yek ji wan kesan e ku şansê wê hebû mafê derbazbûna Amerîkayê wergire û serî li mafê penaberîyê bide.

Amerîka hemwelatîyên Haîtîyê ku li bajarokekî nêzîkî eyalata Teksasê kamp çêkirîbûn bi firokan dişîne Haîtîyê û pêşîya kesên din ku dixwazin bi rêya Meksîkoyê derbazî Amerîkayê bibin digire.

Hêjayî gotinê ye ku ev dibe destpêka mezintirîn pêla nû ya penaberan di deh salên dawîyê de.

Pirtir ji 320 koçber roja Yekşemê bi sê firokan giheştin bajarê Port-au-Prince ya Haîtîyê û tê çaverê kirin ku şeş firokên din jî roja Sêşemê werin bajêr.

Bi giştî Amerîka pirtir ji 12,000 koçber ku li derdora pirekê li bajarê Del Rio yê Teksasê kamp danîbûn, ji hev belav kirine ku ew bi rêya bajarê Ciudad Acuña ya Meksîkoyê derbazî Amerîkayê bûne.

XS
SM
MD
LG