Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daiş Hêzên Sûriya Demokrat Ji Hejîn Derdixe


Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku Bingeh li Londonê ye îro Yekşemê got grûpa Dewleta Islamî Daişê hêzên Sûriya Demokrat HSDê ji bajarokê Hejîn ê nêzîkî sînorê Îraqê derxistin.

Komandarekî HSDê ku nexwest navê xwe diyar bike vekişîna HSDê ji Hejîn piştrast kir.

HSDê ya ku Amerîka Piştgiriya wê dike di 10 meha borî de dest bi helmeta rizgarkirina Hejîn kir.

Rêvebirê çavdêriya Sûrî Ramî Ebdulrehman got:

“ji Roja Înê ta Roja Yekşemê, Daişê hemî cihên ku HSDê li Hejîn kontrol kiribûn careke din birin.”

Çavdêriyê ragihyandibû ku 72 şervanên HSDê di êrîşên Daişê de hatine kuştin.

Komandarê HSDê ji ajansa France Press re got ku hêzên wan rastî bahozeka tund a tozê hatin.

Wî got:

“Li tersî Daişê, hêzên me herêmê nas nakin û em nikarin di rewşekê de ku bênahî tê de sifir e, bilivin.”

Komandarê HSDê got piştî piştgiriya leşkerî bigihe wan, ewê helmeteke nû dest pê bikin.

XS
SM
MD
LG