Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşên Esmanî yên Koalisyonê de 40 Kes li Sûriyê Tê Kuştin


Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov û medya dewletê ragihand ku herî kêm 40 kes, piraniya wan jin û zarok bûn, îro Şemiyê li rojhilata Sûriyê hatin kuştin di encama êrîşên esmanî yên koalisyona bi serkirdayetiya Amerîka de dijî Daişê.

Ajansa Associated Press hewil da pêwendiyê li gel koalisyonê bike ji bo şîrovekirina van êrîşan, lê çi bersiv nebû.

Koalisyon dibêje ew her karekî dike ji bo ku sivîl nebin qurbanî.

Rêvebirê Çavdêriya Sûrî Ramî Ebdulrehman got êrîşên îro Şemiyê li hin malên gundê Ebû el-Hesen xist, ku nêzîkî bajarokê Hejîn e li ser sînorê Îraqê.

Ebdulrehman got êrîşan herî kêm 43 kes kuşt, di nav de 17 zarok û 12 jin bûn.

Wî got hîn ne diyar e ka mêrên kuştî çekdar bûn an na.

Ajansa dewletê ya nûçeyan SANA jî êrîş ragihand û got 40 kes hatiye kuştin li gundê Buqaan, ku ew jî nêzîkî gundê Ebû El-Hesen e.

XS
SM
MD
LG