Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merasîmên Îsal ên Hecê li Meka Destpê Dikin


Nêzîkî du milyon misilman îro Yekçemê li bajarê Meka yê Erebistana Saudî dest bi merasîmên hecê kirin.

Hecaçiyên ku wê 5 roj nerêtên hec pêk bînin, îro dest bi meşa li dor Kaabê kir.

Kaaba navenda mizgefta mezin a bajarê Mekka ye û cihê ku pêxember Muhemed yekem perestgeh lê avakiribû ye, li gor misilmanan

Misilman di pênc car nimêjên xwe yên rojane de berê xwe didin Kaabê.

Di dema hecê de, ew zincîrek nerêtên ayînî pêk tînin.

Li gel meşa li dor dor Kaabê, hecaçî her wiha ava Zemzemê vedixwein, ku bawer dikin ew nexweşiyan derman dike.

Ew her wiha bi awakî sembolîk keviran davêjin "Şeytên".

Hec yek ji pênc bingehên Îslamê ye, û her kesê karibe divê bi kêmanî carekê di jiyana xwe de bike.

XS
SM
MD
LG