Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hakan Fîdan Wek Wezîrê Derve yê Tirkîyê Dest bi Kar Kir


Hakan Fîdan, ku di navbera 2010 û 2013’an de seroktîya Rêvebirîya Îstixbaratê ya Neteweyî dikir, erka xwe da berdevkê berê yê serokomarîyê Îbrahîm Kalin.

Jibo dewirkirina erkê merasîmek hat li dar xistin.

Fîdan ji Twitterê dîyar kir ku wî erka xwe daye Kalin û spasîya Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan kir ku erka wezîrîya derve daye wî.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Fîdan di hesabê xwe de, ku bi navê @HakanFidan hatiye vekirin, bi vî awayî twîta xwe ya pêşî nîvîsî.

Berî Fîdan, Mevlut Çavuşoglu wezîrîya derve ya Tirkîyê dikir.

XS
SM
MD
LG