Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nikki Haley: Esad jibo Aştîya li Sûrîyê Asteng E


Balyoza Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley
Balyoza Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley

Balyoza Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley li preskonferansekê got ku Sûrî êdî naxwazin Beşar Esad wek serok bibînin.

Rojnamevanan ji Haley, axaftina Wezîrê Karên Derve yên Amerîka Rex Tillerson pirsîn ku wî hefteya borî li Enqerê gotibû ku gelê Sûrîyê dê jibo Esad biryarê bide.

Haley dîyar kir ku wateya gotinên Tillerson ne ew e ku Amerîka di hilbijartineke siberojê de beşdarbûna Esad dipejirîne.

‘’Ti hezeke me jibo Esad tine, em vê baş dizanin. Esad ew demeke dirêj e jibo aştîyekê astengek e, tawanbarê cengê ye. Tiştê ku ew li gelê xwe dike nayê qebûl kirin’’ Haley got.

Hêjayî bîrxistinê ye, li Sûrîyê ji 2011’an ve jiber pevçûnan 400,000 kes hatin kuştin û 11 mîlyon jî ji warên xwe bar kirin ku berî şer nifûsa wî welatî 22 mîlyon bû.

XS
SM
MD
LG