Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Haley, Rûsya û Îranê Ser Piştgirîya Esad Rexne Dike


Seroka Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Balyoza Amerîka li NY’ê Nikki Haley di axaftina li Civata Ewlekarî, Rûsya û Îran rexne kir.

Haley dîyar kir ku Rûsya her carê piştgirîya rejîmê digire û rê li ber biryarên Civata Ewlekarî digire.

‘’Ger Rûsya û Îran wisa dewam bikin ewê encam pir xirab bin’’ Haley got.

Haley da zanîn ku operasyona dijî Îdlibê wê girjîya li Sûrîyê gurtir bike.

XS
SM
MD
LG