Balyoza Amerîka li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley, tawanbarkirina Îranê, ku dîyar dike ku di kuştina 25 kesên li merasîma leşkerî de tilîya Washingtonê heye, red kir.
Haley di kanala CNN’ê de, ser pirseke derbarê gotinên Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî da zanîn ku bo Tehran êrîşkar bibîne divê li dora xwe binêre.
‘’Ew tenê dixwaze me tawanbar bike, lê divê ew li eynikê binêre’’ Haley got.
Roja Şemîyê, di êrîşeke dijî merasîma leşkerî ya li Ehwazê de, 25 kes hatibûn kuştin.
Berpirsîya êrîşê, Berxwedana Neteweyî ya Ehwazê û Dewleta Îslamî (DAIŞ) girtibûn ser xwe.
Ruhanî ser êrîşê, welatên Kendavê, ku hevalbendên Amerîka ne, tawanbar kiribû û dabû zanîn ku di êrîşê de tilîya Washingtonê heye.