Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Karvekişîna Haley Navê Nauert bo Nûnertîya li NY'ê Derdikeve Pêş


Danûstandinên bo dîyarkirina balyozê nû yê Amerîka yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) didomin.

Balyoza Amerîka ya li NY’ê Nikki Haley meha borî karvekişîna xwe ragihandibû.

Ser gotinên Serok Donald Trump, navê Berdevka Wezareta Derve Heather Nauert gaveke din pêşde derket.

CNN û Fox Newsê dîyar dikirin ku li şûna Haley berbijara herî xurt Nauert e û îdia dikin ku Trump ji wê re pêşnîyaz kiriye ku ew bibe balyoza nû.

Li ser pirsên rojnamevanên, Trump li Qesra Sipî got ku Nauert demeke dirêj e bi wan re dixebite, ‘’pir baş e’’, û ‘’bi awayekî cidî’’ tê nirxandin.

Trump da zanîn ku bi îhtimaleke mezin ewê hefteya pêş biryarê bidin.

Nauert, dema Rex Tillerson, berî Mike Pompeo wezîrê derve bû dest bi berdevkîyê kir. Berî bervdevkîya wezareta derve, Nauert di Fox Newsê de dixebitî.

XS
SM
MD
LG