Nûnera berê ya Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley di hevpeyvîna xwe ya li Politico de, Serokê berê Donald Trump bi tundî rexne kir.
Haley ya Komarî bo bûyerên 6’ê Rêbendanê da zanîn ku Trump wê rojê ketiye rêyeke gerek neketayê û got ku divê wan jî ew neşopanda.
Xanim Haley dîyar kir ku ew ji êrîşa ser Kongresê vir ve bi Trump re neaxifîye û da zanîn ku gotinên Trump yên ser cîgirê wî Mike Pence jî ew hêrs kirine.
‘’Ger ez bêjim ez hêrs bûme ewê hindik jî bimîne. Tevî ku bi Pence re heval bû û ew sadiq bû jî wisa kir û ez xeyalşikestî bûm, kerixîm.’’ Haley got.
Wê dîyar kir ku ne tenê gotinên Trump, kiryarên wî yên piştî 3’yê Mijdarê jî dê li pêş dîrokê werin darizandin.