Rûniştina duyê ya doza Halîse Aksoy, li 10’emîn dadgeha Cezaya Giran ya Amedê roja Înê hate dîtin.
Lê, jibo ku li ser wê îfadeya şahidekî veşartî heye û wî hîn jî li dadgehê îfade nedaye dadwer heta meha Nîsanê biryara dewamîya girtinê da.
Halîse Aksoy jineke 65 salî ye û li ser îfadeya şahidekî nepen bi sûcê ku endama rêxistina terorê ye, 9 meh in li zindanê ye.
Bîragiştî navê Halîse bi fotografekî nas dike. Di wî fotografê de, pakêtek torbe li ser çoka Halîse Aksoy xuya dike. Di wê pakêtê de hestîyê kurê wê, şervanê Hêzên Parastina Gel (HPG) Egît îpek hebû. Wê demê, Halîse Aksoy ji Dengê Amerîka re behsa wê bûyerê kiribû.
Aksoy, li dadgehê bi Kurdî parastina xwe kir û anî ziman ew bi derew û neheqîyeke mezin re rûbirû ye. Wê got, jibo ku bê sûc e ew azadîya xwe dixwaze.
Tevî ku du parêzeran anî ziman ku li ser îadeya şahidekî nepênî girtina dema dirêj li dijî destûra bingehîn e, lê biryara dadgehê nehat guhertin.
Hêjayî gotinê ye ku ne tenê şahidê nepen, şahidekî vekirî jî li ser Aksoy îfade daye. Ew kes bi navê Umît Akbiyik tê naskirin û berê endamê meclîsa ciwanên HDP’ê bû.
Akbiyik, li ser 600 kesan îfade da ku di nav wan de rojnameger Abdurrhaman Gok, Berîtan Canozer, parêzer, hunermend û sîyasetvan hene.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Şaredarê Amedê Selçuk Mizraklî jî li ser îfadeyên Akbiyik bi 9 salan hate ceza kirin.
Piştî biryara dadgehê, birayê Halîse, Selahattîn Aksoy, ji Dengê Amerîka re got ku ‘Kurê wê cenaze wî paket kirin û bi 53 sê wereqe hestiyê kurê wê teslîmî wê kirin. Ev heman edalet e ku xwişka min 9 meh in bê sûc hatîye girtin. Ev zilm e, nayê qebûl kirin.’’
Parêzara Aksoy, Zeynep Karayilan û parlamantera DEM’ê ya Amedê Adalet Kaya bi daxuyanîyekê biryara dadegê şermezar kir.
Parlamanter Kaya got ku di naveroka dosyeya dozê de delîlekî berbiçav tuneye û ew rika weşandina dîmena belavkirina hestiyê Eqît ya bi postayê ji Halîse Aksoy hiltînin.
‘’Jiber ku ew fotograf di wîjdana gel de birîneke mezin vekir, ev doz di heman demê de li ser wîjdana bîragiştî êrîşeke mezin e. Bi vê dozê dixwazin ji dayikên me tola wê fotografê hildin. Bi dosyeke virtî vala, dayika Xalise neh meh in girtî ye. Ew dayika me hemîyan e. Em vê biryara li dijî hiqûqê nas nakin.’