Artêşa Sûrî ragihand ku firokeke wê ya ceng ji alîyê serhildayan ve, li bakurê Heman hate gêr kirin û pîlotê wê jî hate kuştin.
Gruba çekdar Tahrîr el Şam ku hêza serekî ya nav wê endamên El Qaydê ya Sûrî ne, îdia kir ku çekdarên wê firok anîye xwarê.
Jêderekî nêzî Tahrîr el Şam ji Reutersê re ragihand ku firokevanekî din jî bi saxî filîtî û lêgerîna wî kesî berdewam e.
Di demên dawî de hêzên esmanî yên Sûrî û artêşa wî welatî û bi piştgirîya êrîşên esmanî yên Rûsî dest bi operasyoneke berfireh li Hema kirine ku mîlîtanan ber bi Îdlibê bajon.