Medya dewleta Sûrî ragihand ku hêzên hikûmetê li rojavayê bakurê welêt deverên nû ji destê hêzên çekdar yên opzîsyonê sitandine, tevî ku hefteya borî agirbestek li heman herêmê hatibû ragihandin.
Destxistina el-Saxr ya li istana Hema ya bakurê Sûrîyê, piştî sitandina du gundên ya roja Çarşemê tê.
Hêzên hikûmeta Sûrî, ku piştgirî ji Rûsya digirin, serhildayan bi şikandina agirbestê tawanbar kiribûn û roja Duşemê careke din dest bi operasyonan kiribûn.