Artêşa Îsraîlê ragihand ku du dîlên dawî yên Hamasê berdane ji Gaza derbazî Misirê bûne û yar kir ku ew li bendê ne ku 10 dîlên din jî werin berdan.
Medyaya Misirê jî dîyar dike ku dû dîlên Rûsî ji Gaza derketine.
Hamasê ji ser kanala Telegramê ragihand ku du dîlên Rûsî ser hewildanên seroktîya Rûsya hatine berdan.
Hamasê dîyar kir ku wan dû dîlên Rûs piştî Serokê Rûsya Vladimir Putin danûstandin kiriye radestî Xaça Sor kirine.
Di peyvajoya navbera mirovahî de Hamasê 62 dîl û Îsraîlê jî 180 girtîyên Filîstînî berdan.
Îsraîl dîyar dike ku di destê Hamasê de hîn jî dîlên jin û zarok hene û ew dikarin jibo berdana wan navbera mirovahî dirêj bikin.
Hamasê di êrîşên 7’ê Cotmehê de bi qasî 240 kes li başûrê Îsraîlê dîl girtibûn û derbazî Gaza kiribûn.
Jêder: AFP, France24