Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirên Hemasê Li Gazayê 5 Filistînî Darve Kirin


Wezareta Karên Navxweyî got, Îslamîyên Hamasê yên desthilat yên Xezeyê roja Yekşemê 5 Filistînî darve kirin, 2 ji wan bi tawana sîxuriya ji bo Îsraîlê ku vedigere salên 2015 û 2009an.

Darvekirinên danê spêdê, çi bi darvekirin û çi bi gulebaranê, ji sala 2017an êreve ya yekem bûn li herêmên Filistînê. Bûyerên berê yên cezayê darvekirinê yên ku li Xezeyê hatibûn kirin, rastî rexneyên rêxistinên mafên mirovan hatibû.

Daxuyaniya wezaretê navên wan kesên ku hatine mehkûm kirin eşkere nekirin. Hat gotin ku sê kes bi kuştinê hatine mehkûmkirin.

Daxuyanîyê got du sîxurên 44 û 54 salî yên mehkûmkirî agahî dane Îsraîlê ku bûne sedema kuştina filistîniyan.

Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê ku çavdêriya xizmetguzarîyên îstîxbaratê yên wî welatî dike şîrove kirin red kir.

Komên mafên mirovan yên Filistînî û navneteweyî cezayê darvekirinê şermezar kirin û ji Hamas û Rêveberiya Filistînê ya ku li Kenara Rojava ya di bin dagirkeriya Îsraîlê de xweserîyek sînordar pêk tîne xwest ku dawî li vê karî bînin.

Qanûna Filistînê dibêje ku Serok Mahmud Abbas gotina dawî li ser wê yekê heye ku darvekirin bihên kirin yan na. Lê li Xezeyê tu desthilatîyeke wî ya bi bandor nîne.

Ji dema ku Hamas ya Îslamî di sala 2007an de Xezze ji destê Abbas girtî, dadgehên wê bi dehan filistînî bi cezayê darvekirinê mehkûm kirine, û li gorî rêxistinên mafên mirovan heta nûke 27 kes hatine darve kirine.

XS
SM
MD
LG