Hamasê îro Sêşemê ragihand ku fermandarê wê yê Katayîb El-Qassam li Lubnanê Xelîl El-Xeraz û çar hevalên wî di encama peqîna bombeyekê de li başûrê Lubnanê hatin kuştin.
Daxuyanîya Hamasê çend demjimêran piştî nûçeyên ajansa Lubnanî hat ku ragihandibû ku artêşa Îsraîlî otombîleke sivîlan li devera Sûr armanc kir û 4 kesên hindurê wê hatine kuştin.
Ajansê dîyar kiribû ku otombîlên berevanîya sivîl çûne deverê û otomobîla şewitî vemirînin.
Jêder: Alhurra