Berdevkê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê fermandar Remezan Şerîf derbarê êrîşa Hamasê ya ku di 7'ê Cotmehê de li dijî Îsraîlê axivî û got ku"Tofana El Eqsa tolhildana kuştina Qasim Silêmanî bû."
Lê piştî wê daxuyanîyê, koma Hamas ya Filîstînî yekser ew axaftinên karbidestê Îranî red kir.
"Rastîya gotinên berdevkê Pasdarên Şoreşa Îslamî Serfermandar Remezan Şerîf, derbarê operasyona Tofana El-Eqsayê û mebestên wê de tune ye û em wê red dikin," Hamas di daxuyanîya xwe de got.
Hamas ku ji alîyê Amerîka ve wekî rêxistineke terorîst tê dîtin, di dirêjahîya daxuyanîya xwe de got ku "Me çendîn caran tekezî li ser mebest û sedemên Operasyona Tofana el Eqsayê kiriye û di serî de metirsiyên li ser mizgefta el Eqsayê ne. Her wiha em piştrast dikin ku hemû çalakiyên berxwedana Filistînê pêk tên. Li hemberî hebûna dagirkeriyê û êrîşên wê yên li dijî gelê me û pîroziyên me ye."
Çavdêr daxuyaniyên berdevkê Pasdaran, Remezan Şerîf bi gotinên balkêş ku berovajî helwesta fermî ya berê ya Îranê dinirxînin
Qasim Silêmanî di 3'ê Çileya 2020'an de li Bexdayê di êrîşeke esmanî ya Amerîkayê hatibû kuştin. Ew fermandarê Feyleqê Qudsê û berpirsê operasyonên derve yên Pasdarên Şoreşa Îslamî (IRGC) bû û yek ji cîbicîkarên plan û siyaseta herêmî ya Tehranê bû.
Li gor ajansa nûçeyan ya Farsî, Remezan Şerîf gotîye "Divê Îsraîlî bizane ku Pasdarên Şoreşê sedemên vê kuştinê baş dizanin û dê li gorî wê bersivê bidin. Bê guman ev tolhildan dê di dem û cihên cuda de berdewam bike."
Gotinên Şerîf ji daxuyaniyên berê yên rayedarên Komara Îslamî cuda ne ku destê wan di êrîşa 7'ê Cotmehê ya Hemasê ser Îsraîlê de red kiribûn.
Jêder: AFP/The Jerusalem Post/Alhurra