Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hamas Kuştina Sînwar Piştrast Kir

Hamasê îro Înê ragihand ku serokê wê Yahya Sînwar di pevçûnekê de hatiye kuştin.

Sînwar wek rêberê êrîşên 7’ê Cotmeha 2023’yan yên li başûrê Îsraîlê dihat dîtin ku li gor Îsraîlîyan 1200 kes hatibûn kuştin û nêzî 250 kes jî dîl hatibûn girtin.

Îsraîl dîyar dike ku kuştina Sînwar derbeke mezin li Hamasê dixe.

Sînwar li şûna rêberê berê yê Hamasê Îsmaîl Hanîyeh, ku 31’ê Tîrmehê li Tehranê hatibû kuştin, 6’ê Tebaxê dest bi kar kiribû.

Tevî hewildanên Îsraîlê yên ser kuştinê jî Sînwar li Gaza dima.

Rêberê 62 salî li Xan Yûnis ya li başûrê Gaza hatibû dinê û sala 2017’an wek serokê Hamasê yê li Gaza hatibû bijartin.

Sînwar, ku nîvê temenê xwe yê gihîştî li girtîgehên Îsraîlê mabû, piştî kuştina Hanîyeh rêberê herî xurt yê wê rêxistinê bû ku sax bû.

Îsraîlê do Pêncşemê ragihandibû ku Sînwar hatiye kuştin.

Serok û rêberên Amerîkî û Ewrupî dibêjin ku bi kuştina Sînwar re jibo herêmê rê li ber aştîyê vebûye.

Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris do Pêncşemê ser kuştina Sînwar gotibû ku jibo Îsraîlê gaveke girîng ya tinekirina wê rêxistinê ye.

‘’Sînwar berpirsê kuştina bi hezaran mirovên bê guneh bû, qurbanîyên 7’ê Cotmehê û dîlên li Gaza jiber wî hatin kuştin.’’

Harris gotibû ku bi kuştina Sînwar re niha fersend ketiye destê wan ku ew dawî li şerê Gaza bînin.

Jêder: AFP, Reuters

XS
SM
MD
LG