Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Hamasê û Esad li Şamê Hevdîtin Kirin


Endamê polîtburoya Hamasê Xelîl El-Heya (Arşîv)
Endamê polîtburoya Hamasê Xelîl El-Heya (Arşîv)

Serokê Sûrîyê Beşar Esad îro Çarşemê li Şame bi şandeyeke payebilind ya Hamasê re civîya.

Şandeya Hamasê ji 2012’an vir ve cara yekê hat paytext Şamê û bi Serokê Sûrîyê Beşar Esad re, bi rengekî fermi hevdîtin kir, ku berpirsê têkilîyên bi welatên Erebî yê Hamasê Xelîl El-Heya seroktî dikir.

Serokê şandeyê û endamê polîtburoya Hamasê Xelîl El-Heya piştî civîna bi Esad re preskonferanseke dar xist û wî got ku ev hevdîtin kêlîyeke erênî û dîrokî nîşan dide.

"Em kêfxweş in ku li Sûrîyê, li dergûşa berxwedanê ne," El-Heya got.

Xelîl El-Heya, hevdîtina bi Esad re bo têkilîyên F'listîn û Sûrîyê wek destpêkeke nû bi nav kir.

"Em h hevdîtina îro wek civîneke dîrokî û destpêkeke nû ya bo çalakîyên hevbeş yên Sûrîyê û Fîlistînê dibînin."

El-Heya anî ziman ku Esad dilxwaz e ku piştgirîya berxwedana Fîlistînê bike û herwiha Esad vê serdanê wek rojeke birûmet bi nav kiriye.

Wî bi berdewamî destnîşan kir ku Hamasê îro serdana Esad kiriye da ku ew hemû pelên paşerojê vegerînîn û herwiha Hamas û Esad hevbîr bûne ku paşerojê li paş xwe bihêlin.

El-Heya ragihand ku jiber çend sedaman ev nêzîkbûna niha ya nû– civîna bi Esad re- pêk hatiye ku di nav wan de pêşxistina peywendîyên Îsraîlê bi welatên din yên Ereb re jî heye.

"Di Doza Fîlistînê de îro pêdivî bi piştgireyekî Ereb heye," El-Heya got.
Wî eşkere kir ku Hamas dijî her êrîşeke sîyonîst yan jî Amerîka ya ser Sûrîyê ye.

El-Heya herwiha got ku di nav rêber û karbidestên Hamasê de bo jinûve avakirina tekilîyên bi Sûrîyê re, piştgirî û razîbûneke giştî heye.

Rêberên Hamasê bi eşkereyî piştgîrî dabûn, serhildana 2011’ân ya Sunnî ya dijî desthilatdarî Esad, tevî ku navenda giştî ya Hemasê bi salan li Şamê bû.

Şamê rêberên Hamasê jiber ku piştgirî nedan rejîma Esad di 2012’an de dersînor kir ku ev gav hevalbendê wan yê hevpar, Îran hêrs kir.

Çavder dibêjin ku normalkirina tekilîyên bi Esad re dikare bibe alîkar ku Hamas beşdarî koma "xeta berxwedanê" ya dijî Îsraîlê be; ku tê de Îran, Hîzbullaha Lubnanê û Esad ku bi xwe Alewî ye, hene.

Hemasê jixwe têkilîyên xwe bi Îranê re baştir kiriye; berpirsên rexistinê pesna Komara Îslamî didin jiber alîkarîya Tehranê bo cebilxaneya Hamasê ya rokêtên dûravêj ku di şerê Îsraîlê de bi kar tîne.

Şirovekarê sîyasî yê Fîlistînî Mustafa Sewwaf got ku ev gava Hamasê ya bo lihevkirina bi Sûrîyê re armanc dike ku ji koma Îslamî re bingeheke nû ava bike.

"Ez bawer dikim ku Tirkîye jî di nav de, piranîya herêmên ku Hamas li wan deran heye, rûbirûyê tengahîyan bûye loma jî Hamas dixwaze ku bingeheke din bibîne ku ji wir xebata xwe bidomîne," Sewwaf got.

XS
SM
MD
LG