Hamasê ragihand ku bi navbeynkarîya Misirê, di navbera wan û Îsraîlê de agirbest hatiye ragihandin.
Roja Duşemê, roketeke ji Gaza hatibû avêtin li nêzî Telavîvê ketibû û jimareke kesan birîndar bûbûn.
Îsraîlê ber bi êvarê êrîşê esmanî bir ser navendên Hamasê û wê rêxistinê jî bersîv da êrîş3en.
Êrîş bi demjimêra herêmî 22:00’yan de bi dawî bûn.
Berdevkê Hamasê Fevzî Berhum dîyar kir ku ‘’bi hewildanên Misirê di navbera dagirkerî û berxwedanê de agirbest hatiye ragihandin’’
Îsraîlê ser agirbestê hîn ti daxuyanî nedaye.
Hamas: Bi Navbeynkarîya Misirê li Gaza Agirbest Hat Ragihandin
