Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hamas Dijî Biryara Trump Banga Serhildanê ji Fîlîstîyan Dike


Îsmail Haniyeh
Îsmail Haniyeh

Gruba Îslamî Hamas îro Pêncşemê bang li Fîlîstînîyan kir ku wek bersîvdana biryara Trump ya naskirina Orşelîmê wek paytaxta Îsraîlê, dest ji hewilên aştî berdin û dijî Îsraîlê serî rakin.

“Divê em hember dijminê sîyonîst banga kempeyneke întîfada bikin û jibo wê bixebitin,” rêberê Hamasê Îsmail Haniyeh li Gaza got.

Artêşa Îsraîlî jî ragihand ku wek amadekarîya qewimandinên pêkan, ew hêzên zêdekirî yên bi çekên giran dişîne Kenara Rojava.

Piştî biryara Trump, xwepêşandan ji hêla Fîlîstînîyan hatin kirin, lê piranîya wan aştîyane bûn.

Trump roja Çarşemê ragihandibû ku ewê êdî Orşelêmê wek paytaxta fermî ya Îsraîlê qebûl bikin.

Fransa, Îtalya, Brîtanya, Bolîvya, Misir, Senegal û Urguay bi serlêdana hevpar ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres xwestinû ku di kombûna CENY’ê de ser mijara Orşelîmê raporekê bide.

Guterres ji New Yorkê dîyar kiribû ku çareserîya bo Qudsê hevdîtinên rasterast yên karbidestên Fîlîstîn û Îsraîlê ne.

XS
SM
MD
LG