Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qurbanîyîn Şewata li Hemdanîye bi Girseyî Hatin Veşartin


Li Hemdanîye 48 kesên ku li dawatgehekê canê xwe ji dest dabûn îro Pencşemê bi merasîmeke girseyî hatin binax kirin ku piranîya wan jin û zarok bûn.

Şeva borî jî termên hin qurbanîyên ku nasnameyên wan hatibûn dîyar, hatibûn veşaertin.

Di merasîma de, dema ku malbat, dost û hevalên qurbanîyan, bi xemgînîyeke mezin hezkêrên xwe binax dikirin; wan rexneyên ser karbidestan, bangên berpirsîyê û hesabpirsînê jî bi rengekî berbiçav zêde kirin.

Şeva 26’ê Îlonê, li saloneke dawatê ya li nahîya Hemdanîyê ya Mûsilê şewat derketibû û di encamê de pirtir ji 100 kes jîyanên xwe ji dest dabûn û herî kêm 150 kes jî birîndar bûbûn.

Li gor ragihandina karbidestên hikûmetê şewat jiber nebûna tedbîrên ewlekarî û karanîna madeyên şewatkar derketîye.

Karbidestên hikûmetê derbarê şewata şeva Sêşemê de ragihand ku 14 kes hatine desteser kirin ku di nav wan de xwedîyên dawagehê jî hene.

Karidestan soza lêpirsîneke lezgîn dane û encamên wê di nava 72 saetan de were ragihandin.

Sûdanî li nexweşxanê bi merivên qurbanîyan re dipeyîve
Sûdanî li nexweşxanê bi merivên qurbanîyan re dipeyîve

Hikûmetê hevdema ferman da ku demûdest li cîhên mezin yên kombûna giştî yên wek otel, dibistan û nexweşxaneyan kontrol were zêde kirin.

Li alîyê din, jiber vê felaketê walîtîya Mûsilê 7 roj şîn ragihandibû û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîya Sûdanî jî li seranserê Îraqê 3 roj şîna giştî ragihandibû.

Ofîsa Serokwezirîyê ya Îraqê ragihand ku Sûdanî bo sersaxîyê îro çû Hemdanîyê û serdana malbatên qurbanîyên û birîndarên li nexweşxaneyan kir.

XS
SM
MD
LG