Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nivîskar Hamza Ozkan bi Navê “Sedsala Jinan” Pirtûkek Derxist


Nivîskar û lêkolîner Hamza Ozkan
Nivîskar û lêkolîner Hamza Ozkan

Nivîskar û lêkolîner Hamza Ozkan bi 40 jinan re hevpeyvîn çêkir û berî 8 Adarê Roja Jinên Cîhanê pirtûkeke bi navê “Sedsala Jinê” derxist.

Ozkan dide zanîn ku xebata vê pirtûkê di vêna wî de li ser maf û azadîya jinê lêpirsîneke durist kirîye.

Nivîskar Ozkan, salek berê dest bi xebata vê pirtûkê dike. Li ser malpêra înternetê, rêzeke hevpeyvînên bi jinan re diweşîne ku ji çar pirsên sereke pêk dihatin.

Ew, bi jinên ku di girtingehan de ne re jî hevpeyvînên ku ji heman pirsan pêk dihat, kir û weşand.

Ozkan, ji zêdetirê 100 jinan re ketiye têkilîyê lê di nav vanan de 40 jinan daxwaza hevpeyvînê pejirandîye û bersîva pirsan dane.

Pirtûka “Sedsala Jinê” berhevkirina van hevpeyvînan e.

Giranîya nivîsên jinan nasnameya jînê, tundî û destdirêjîya ser jinê û herwiha kuştina jînê ronî dike.

Di pirtûkê de nivîsên bi jinên wek hevseroka komeleya mafên mirovan Eren Keskîn, seroka şaredarîya Amedê ya berê Gultan Kişanak, parlementera BDP’yê ya berê Ayla Akad Ata, helbestvan û nivîskar Muazzez Uslu Avci, seroka EMEP’ê Selma Gurcan û gelek jinên din hene.

Ew di vê pirtûkê de bi gelemperî ser rewşa jinê disekinin.

Nivîskar Ozkan, di pêkanîna vê pirtûkê de balê dikşîne ser pirsgirêka jinê, lê ew destnîşan dike ku pêwîste ku zilam jî barê jinê bide ser milê xwe û sivik bike.

“Pirsgirêka jinê di nav cîhanê de hê jî mijareke serekeye. Li Tirkîyê jî em vê yekê baş dibînin. Lê, çareserîya vê pirsgirêkê tenê barê jinê nîne, bareke herî giran jî dikeve ser milên mêran. Di vê pirtûkê de gava em nivîsên jinan dixwînin vê yeke gelek baş dibînin, ” Ozkan got.

Nivîskar û lêkolîner Hamza Ozkan
Nivîskar û lêkolîner Hamza Ozkan

Amadekarîna vê pirtûkê de bandoreke mezin li ser derûnîya Ozkan çê kiriye.

Ew dîyar dike ku di destpêka vê pirtûkê de heta weşana wê, ser vêna wî jî bandoreke pêk hatîye.

“Naveroka vê pirtûkê dikarim bêjim ku peywirek da ser milê min. Wek mînak min pêdivî dît ku li hemberî jinê zimanê xweyê desthilatdar biguherînim. Di vî warî de gotinên xwe bi pîvav bikar bînim. Pêwîste em mêr hemû wiha bifikirin ku pêkve pirsgirêka jinê çareser bikin, ” Ozkan got.

Ev pirtûka “Sedsala Jinan” di Weşanxaneya Grafîst de derketîye û ji 310 rupelî pêktê.

Hun dikarin tevahîya vê raportê li ser lînka jêr gohdar bikin.

Nivîskar Hamza Ozkan Bin Navê “Sedsala Jinan” Pirtûkek Derxist
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:20 0:00

XS
SM
MD
LG