Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pirtûka Mehmet Hanîfî Alir Ya Bi Navê ‘Li Ser Kurdan’ Derket


Pirtûka Mehmet Hanîfî Alir Ya Bi Navê ‘Li Ser Kurdan’
Pirtûka Mehmet Hanîfî Alir Ya Bi Navê ‘Li Ser Kurdan’

Parlementerê berê yê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Mehmet Hanîfî Alir, bi navê “Li Ser Kurdan” pirtûkek nivîsî.

Alir, radigîhîne ku ev pirtûka wî di hêlekê de dîrok û zimanê Kurdan dîyar dike di hêleke din de jî pêwendîyên Kurdan û Tirkan di dîrokê de bi çi awayî pêk hatîye şanî dide.

Mehmet Hanîfî Alir, di 1959’an de li navçeya Patnosê ya bajarê Agirîyê navçeya ji dayîk bûye.

Wî ser zimanê Erebî û Farisî xwe perwerde kirîye.

Dema Alir di navbera 2007-2011’an de parlementerê AKP’ê bû wî seroktîya koma dostanîya parlementoya Tirkîyê û Hîndîstanê û her wiha nûnertîya koma Yekîtîya Mabeyna Parlementoyên Navnetewî kir.

Alir di pirtûka “Li Ser Kurdan” de tiştên ku di vêna wî de balhatîye kişandin ji xwe re kiriye armanc.

Alir, bi serekî ser serborî û dîroka Kurdan sekiniye; di nav de mîrîtî, êl, seyîd, şêx û meleyên Kurdan; di nav dîrokê de pêwendî û têkilîyên Tirk û Kurdan; asta zimanê Kurdî ya di nav zima cîhanê de, û wêjeya Kurdan ya klasîk û devkî.

Parlementerê berê yê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Mehmet Hanîfî Alir
Parlementerê berê yê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Mehmet Hanîfî Alir


Nivîskar û sîyasetvan Alir mebesta vê pîrtûkê di pêşgotina pirtûka xwe de wiha dîyar kiriye:

“Aramanca me, bes li ser babetekê lêhûrbînî nîne, me xwest ku ji cîwanan û kesên ku mereq dikin re dîrok, ziman, wêje û çanda Kurdan bidin nasandin. Jiber vê jî me di vê xebata xwe de di navbera Tirk, Kurd, Ereb û Faris’an de jî ti cûdatîyek nekir.”
Mehmet Hanîfî Alir, ser pirtûka xwe bi Dengê Amerîka (VOA) re jî axifî.

Alir dide zanîn ku wî di pirtûkê de girîngîyeke mezin daye têkilîyên dîrokî yê Kurdan û Tirkan jî .

“Têkilîyên Tirkan û Kurdan di dîrokeke dûr û dirêj de heta sala 1925’an baş bû. Lê, piştî 1925’an şûn ve ev têkilîyana pir xirab bûn. Ew dem yekbûn hebû, înkar û tunekirin tunebû. Ji 1925’an heta 2000’an Kurd hatin înkarkirin û tunekirin.”

Alir babeteke girîng ya pirtûka xwe jî wek di nav zimanê împaratorîyan de cîhê zimanê Kurdî derdixîne pêş.

Pirtûka Mehmet Hanîfî Alir Ya Bi Navê ‘Li Ser Kurdan’
Pirtûka Mehmet Hanîfî Alir Ya Bi Navê ‘Li Ser Kurdan’

Nivîskar Alir vê babatê bi bahskirina ziman çawa pêk hatine û çawa cûda bûne dîyar dike; zimanê Akadî, Osmanî, Îngilîzî û pirzimanî di dîrokê de çawa şikil girtine û di nav vanan de jî cîhê zimanê Kurdî çîye, çawa tê pênasekirin.

Alir, gava zimanê Tirkî-Kurdî-Farsî jî qdide berhev, qiyas dike û wiha dibêje:

“Zimanê Kurdî her çiqas nebe zimanekî fermî jî, di nav dîrokê de dewlemendîyeke mezin pêk anîye. Hin kes dibêjin zimanê Kurdî di bin bandora Farisî de ye, lê ev ne raste. Zimanî Sasanîyan Pewlewanî bû, ku Kurdî jî, ji vê derê tê. Em dizanin ku zimanê Farsî di bin bandora zimanê Pewlewanî û Erebî de maye û zimanê Tirkî jî di bin bandora Farsî û Erebî de ye.”

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin:

Pirtûka Mehmet Hanîfî Alir Ya Bi Navê ‘Li Ser Kurdan’ Derket
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:31 0:00
XS
SM
MD
LG