Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Akademîsyen Hanîfî Bariş li Stenbolê Hate Binçav Kirin


Hanifi Baris
Hanifi Baris

Akademîsyênê Zanîngeha Aberdeen ya Skotland Hanîfî Bariş li Tirkîyê hate desterser kirin, bi sedema ku wî li ser înternetê nivîsên ku serokomarê wî welatî rexne dike, nivisîye.

Parêzer Bariş ku doktoraya xwe sala çûyî li Zanîngeha Aberdeen, li ser Civaka Sîvîl û Serwerîya Qanûnê wergirtibû, li Stenbolîê hate binçav kirin, bi sedema ku wî “di hesabên xwe yên Twîtter û Facebookê de tiştên krîmîmal parve kirine.”

Bariş, piştî li xwendina xwe qedandibû, sala borî vegerîbû Tirkîyê ku bi malbata xwe re be.

Hevkarên wî yên li Zanîngeha Aberdeen bi fikarin e ku hikûmeta Tirkîyê jiber nivîsên wî yên rexnegira serokomar Recep Tayyîp Erdogan dikare Baris têxe zindanê.

Parlementera herêma Aberdeen North Kirsty Blackman ji xema xwe li ser binçavkirina Bariş dîyar kir û got ku ewê givaştin li ser Londonê bike.

“Divê ti kes bona dîyarkirina nêrînên sîyasî yên netundkar û gotûbêjkirina sîyasetê ya bi awayê şaristanî neyên desteser kirin. Zindankirina akademîsyanan ne kiryara welatekî demokratîk û rêzgirtî ye û dive Bariş azad bike,” Blackman got.

Parlementera herêma Aberdeen South Ross Thomson jî got ku binçavkirina derçûyê Zanîngeha Aberdeen li Tirkîyê cîhê fikarê ye.

Ross dîyar kirk u ewê doza Bariş ji nêz ve bişopîne û ew bi hêvî ye ki di demeke nîzêk de nûçeyên baş bibîhise.

XS
SM
MD
LG