Wezareta Berevanî ya Kamerunê ragihand ku çekdarên Boko Haram ya Îslamî di êrîşeke li bakurê welêt de pênc leşkerên wan û sîvîlek kuştine.
Êrîş roja Duşemê bi şev li nêzî sînorê Nîjerya li dar ket ku Boko Haram di demên dawî de êrîşên xwe yên li wê herêmê zêde kirine.
Li gor daxuyanîyên karbidestên Kamerunê di êrîşê de sê leşker û sîvîlek jî birîndar bûne.
Berpirsên Kamerunî dibêjin ku wan jî hin çekdarên Boko Harm kuştine, li ti hûrgilîyê nadin.
Endamên Boko Haram û Dewleta Îslamî ya Afrîya Rojava (ISWAP) li Kamerun, Nîjerya, Nîjer û Çadê dijî hêzên ewlekarîyê û sîvîlan êrîşên kujer li dar dixin.
Ew rêxistin gelek caran jin û zarokan jî direvînin.
Çekdarên Boko Haram roja Şemîyê jî 8 leşkerên Kamerunê kuştibûn.
Serhildana Boko Haramê di 2009’an de destpê kiriye û li gor Neteweyên Yekbûyî (NY) piranîya wan ji Nîjerya pirtir ji 36 hezar kes hatine kuştin û 3 mîlyon kes jî neçar mane ku bar bikin.