Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Boko Haramê 16 Leşkerên Nîjerê Kuştine


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku bi sedan çekdarên Boko Haramê di êrîşeke li başûrê Nîjerê de 16 kes kuştine û 9 jî birîndar kirine.

Reutersê ji zarê Wezareta Berevanî ya Nîjerê da zanîn ku leşkerên Nîjerê jî di pevçûnê li herêma Dîfa de bi qasî 50 çekdarên Boko Haramê kuştine û hin çekên wan bi dest xwe xistine.

Serhildana Boko Haramê di sala 2009’an de li rojhilata bakurê Nîjerya destpê kir û li welatên cîran, Çad, Nîjer û Kamerûnê dom kir.

Boko Haram bo êrîşeke di meha Berfanbarê de jî tê tawanbar kirin ku di wê êrîşa li Dîfa de 28 kes hatibûn kuştin û 800 mal hatibûn şewitandin.

XS
SM
MD
LG