Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokomarê Lubnanê bo Harîrî Alîkarîya NY û Ewrupa Dixwaze


Serokomarê Lubnanê Michel Aoun, Erebîstana Saudî bi desteserkirina Saad Harîrî tawanbar kir ku û dîyar kir ku ew kiryareke êrîşkarî ye.

Aoun, ji Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî û hikûmetên Ewrupa xwest ku li ser rewşa Harîrîdengê xwe bilind bikin.

Cara yekê ye ku Serokomar Aoun bi vekirî got ku Harîrî ji alîyê Erebîstana Saudî ve hatiye girtin.

"Em Harîrî wek girtîyekî dibînin ku bi binpêkirina qanûnên navteweyî hatiye desteser kirin,’’ Aoun ji hesabê xwe yê fermî yê Twitterê got.

Harîrî, dema serdana Erebîstana Saudî, 12 roj berê karvekîşîna xwe dabû. Wî bi twîtekê bersîva Aoun dabû ku rewşa wî baş e û ewê vegere Lubnanê.

XS
SM
MD
LG