Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Harris Bang li Hilbijaran Kir ku Rêkeke Nû ya Pêşveçûnê Bibijêrin

Kamala Harris roja Pêncşemê bi qebûlkirina berbijarîya seroktîyê ya Partîya Demokrat re bang li Amerîkîyan kir ku parçebûna sîyasî red bikin.

Harris di axaftina xwe de hişyarîyên ser jinûve hilbijartina Donald Trump sekinî û got ku jibo pêşveçûnê divê ew rêkeke nû ava bikin.

Cîgira Serokê Amerîka, ku Demokratan di dawîya Kongreya Demokratîk ya Neteweyî de jibo wê li ser lingan çepik lêxistin, got ku çîroka wê ya takekesî û dozgerîya wê kiriye ku ew bi parastina berjewendîyên Amerîkîyan li hember serokekî berê yê Amerîka yê bi tenê berjewendîyên xwe difikire bêhempa pêşve here.

‘’Bi vê hilbijartinê re neteweya me jibo xedarîya rabirdûyê, tinazan û şerên parçekirinê fersendeke pir hêja û kin dest xwe xistiye.’’ Harris got.

Wê dîyar kir ku niha şansek di destê wan de ye heye ku ew jibo pêşveçûnê rêkekê çêkin û got ku divê ne wek endamên partîyekê yan komekê divê wek Amerîkî ew li ser wê rêkê bin.

Harris, ku keça koçberên ji Jamaika û Hîndistanê ye, bû jina reş ya û kesa ji Asyaya Başûr ya pêşî ya ku berbijarîya partîyeke mezin qebûl kiriye û ger were hilbijartina wê bibe seroka jin ya pêşî.

Di axaftina xwe ya 40 deqeyî de bi awayekî eşkere ser rewşa wê ya dîrokî neaxifî û peyîvên ‘’Demokrat’’ û ‘’Komarî’’ bi tenê dema soz da ku ewê bernivîsa du partîyan ya ser sînor îmza bike, karanîn ku Trump jî serê salê alîkarî dabû ku ew were asteng kirin.

Axaftina Harris û bi giştî kongreya Demokratan armanca dikir ku bigihêje girseyeke fireh ya Amerîkîyan ku jixwe partîzanên Demokrat bi vekişîna Joe Biden ji berbijarîya û bilindbûna Harris geşbîn in.

Harris di axaftina xwe de behsa karên xwe yên dema dozgerîyê, serdozgerîya eyaletê û cîgirîya serok kir û dîyar kir ku di tevahîya karîyera wê de tekane muwekîlê wê gelê Amerkî bûye.

Wê got ku Trump tekane muwekîlê Trump ew bi xwe ye jiber ku ew jibo berjewendîyên xwe tevdigere.

Berbijara Partîya Demokrat bi awayekî rastexwe bang li Komarîyên piştgirî nadin Trump.

Wê ji Komarîya xwest ku nasnameyên xwe yên sîyasî deynin hêlekê û li hember Trump piştgirî bidin.

Harris got ku Trump di sala 2020’an têkçûna xwe ya li hember Biden red kir û rê li ber êrîşa li Kongresê ya 6’ê Çileyê vekir.

‘’Ez dizanim ku îşev mirovên ji ramanên sîyasî vê şevê dişopînin û ez dixwazim hun bizanibin ku soz didim ku ezê bibim seroka hemî Amerîkîyan.’’

Harris di berdewamîya axaftina xwe de soz da ku ewê peywendîyên Amerîka û hevbendên NATO xurt bike û dîyar kir ku divê Washington li hember Rûsya piştgirîya jibo Ukrayna bidomîne.

Trump û berbijarê jibo cîgirîya wî JD Vance jimareke caran dîyar kirin ku divê ew ser piştgirîya jibo Ukrayna jinûve bifikirin.

Harris dîyar kir ku ewê jibo bidawîkirian şerê Hamas û Îsraîlê û çêkirina îstqirara herêmê bixebite û got ku ewê Amerîka dijî Îran û dijminên din berevanîya hêzên xwe bike.

Axaftina Harris li salvegera 10’an ya zewaca wê ya bi Doug Emhoff re rast hat ku wî ji cîhê xwe ji Harris re ramûsanek şand û wê jî navê wî wek ‘’Dougie’’ bi lêv kir.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG