Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Harris ji Wezîrê Îsraîlî Gantz Daxwaza Agirbesteke Demûdest Kir


Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harrris roja Duşemê li Qesira Sipî bi endamê kabîneya şer ya Îsraîlê Benny Gantz re kom bû.

Harris di civînê de êrîşa terorî ya Hamasê ya 7’ê Cotmehê û dîlgirtina mirovan, ku hin ji wan Amerîkî bûn, şermezar kir.

Li gor ragihandina Qesira Sipî, Harris bi Gantz re agirbesta 6 hefteyî ya li Gaza û berdana rehîneyan kom bû.

Qesira Sipî dîyar kir ku Harris ji Gantz re gotiye Amerîka dijî gefên terorê yên Hamasê piştgirîyê dide Îsraîlê ku berevanîya xwe bike û bi awayekî xurt destekê dide ewlekarîya wê.

Harris bang li Hamasê kir ku şertên lihevkirinê bipejirîne ku bi wê agirbesteke 6 hefteyî tê ragihandin û pirtir alîkarî diçin Gaza.

Wê kuştina sîvîlên li bakurê Gaza, ku li pey qamyonên alîkarîyê bûn, wek trajedîyeke giran bi nav kir.

Wezareta Saxlemî ya Gaza dabû zanîn ku di rojên dawî de herî kêm 16 zarok jiber birçibûnê mirine û rewşa wirê hîn xirabtir dibe.

Harris dîyar kir ku divê jibo rehîneyan jî demûdest lihevkirinek çêbe.

Cîgira Serokê Amerîka berî civînê ji rojnamevanan re dîyar kir ku divê herkes bibîne ku ew niha dikarin jibo rehîneyan lihevkirinekê bikin û ew dixwazin pevçûn di demeke zûtir de biqedin.

Harris û Gantz ser operasyona leşkerî ya Îsraîlê ya li Refah ya li başûrê Gaza peyivîn ku Harris ji Îsraîlê daxwaza danîna planeke alîkarîyê kir.

Amerîka dibêje ew xalên bingehîn yên Îsraîlê yên jibo agirbestê dipejirîne, lê dîyar dike ku hûrgilîyên di danûstandinên Hamasê de hîn zelal nebûne.

Harris roja Yekşemê di axaftinekê de banga agirbesta demûdest kiribû ku ew yek ji bangên herî xurt yên rêvebirîya Washingtonê bû.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG