Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Senatoran bi Dengê Harris Prosesa Lezkirî ya Paketa Alîkarî ya Dijî Korona Pejirand


Civata Senatoran ya Amerîka îro Înê pêşnîyara planekê pejirand ku rê dide prosesa lezkirî ya erêkirina paketa alîkarîyê ya $1.9 trîlyon dolarî.

Jiber ku di Civata Senatoran de her du partî xwedîyê 50 dengan in, bi dengê Cîgira Serokê Amerîka ev plana paketa alîkarîya dijî korona hat pejirandin.

Xanim Harris, piştî ku bû cîgira serok cara yekê ye ku di rewşeke wiha de dengê xwe da û dawî li wekhevîya dengan ya 50-50 anî.

Piştî plana alîkarîya tengavî hate pejirandin ji Civata Nûneran re hate şandin û li ber e ku ew jî her îro vê plane erê bike û dû re jimareke komîyetên kongresê wê li ser vê bixebitin.

Serokê Piranîya Demokrat yê Civata Senatoran Chuck Schumer derbazkirina planê wek gava yekê ya anîna ser rêka rizgarkirna Amerîka bi nav kir.

XS
SM
MD
LG