Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Harris Di Serdana Xwe ya Polonya û Romanya de Putin Rexne Kir


Cîgira serokê Amerîka Kamala Harris û serokê Romanya Klaus Iohannis li Romanya,li presskonferansa hevpar de diaxifin, 11Adar, 2022.
Cîgira serokê Amerîka Kamala Harris û serokê Romanya Klaus Iohannis li Romanya,li presskonferansa hevpar de diaxifin, 11Adar, 2022.

Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris îro Înê ragihand ku serokê Rûsya Vladimir Putin bo dilxwazîya beşdarbûna dîplomasîyê ti nîşanê nade.

Harris, li Romanya di presskonferanseke hevpar ya bi serokê welêt Klaus Iohannis re de axifî; serdan ku piştî sê hefteyên destpêka dagirkirina Rûsya ya Ukrayna pêk tê.

"Jiber her tiştê ku em dizanin û me şahidî kiriye, Putin ti nîşaneke bo tevlîbûna dîplomasîyeke cidî nîşan nade," Harris got.

Harris jibo wergirtina bi hezaran kesên ku jiber şerê Ukrayna revîne, sipasîya Romanya kir.

Wê da zanîn ku Washington bi berdewamî li gor rewşa ser erdê, asta piştgirîya bo hevalbendên xwe yên NATO'yê jinûve dinirxîne.

Li ser pirsa gelo Washington dixwaze hejmar hêzên xwe li Romanyayê zêde bike yan na, Harris wiha bersîv da:

"Emê her roj pêwîstîyên ku jibo aramîya li vê herêmê biparêzin, binirxînin."

Serokê Romanya Klaus Iohannis jî ragihand ku wî di hevdî tina bi Harris re de, bo kêranîna koma şer ya NATO'yê ya li Romanya, hewcedarîya demûdest anîye ziman.

Harris duh Pêncşemê jî li Warşowê bi rêberên Polonyayê û penaberên Ukraynayî re hevdîtin kir.

Wê li Polony bo bangên lêpirsîna tawanên şer yên navneteweyî dijî Rûsya piştgirîya Amerîka dîyar kir.

Serdana Harris ya Polonya di demekê de hat ku di navbera Amerîka û Polonya de ser peydakirina firokên şer bo Ukrayna de, nakokî derketibûn holê.

Serokê Polonya Andrzej Duda bo bicîhkirin û xwedîkirina Ukraynîyên ku ji şer direvin, ji Amerîka pirtir alîkarî daxwaz kir.

Andrzej Duda got ku wî ji Harris xwestiye ku bo penaberên ku dixwazin biçin Amerîkayê û yên ku dibe malbatên li wir hebin, Washington bila pêyvajoyê lezgîn bike.

Harris herwiha îro serdana hêzên Amerîkî yên li Polonya jî kir.

Wê bo xizmetên wan sipasîya hêzên Amerîkî kir û got ku Amerîka pabendbûna xwe ya ser endamên NATO'yê bo parastina hevdu di dema êrîşeke de, pir cidî digire.

"Di vê kêlîya êrîşa Rûsya û şerê Putin de, em ser pêbendîya xwe cidî ne, ya ku heke hewce bike, emê her bihustek axa NATO'yê biparêzin,"Harris got.

Nêzî 1.43 mîlyon Ukraynî ji destpêka dagirkirina Rûsya ya di 24'ê Sibatê û vir ve revîyane Polonya û hevdem zêdeyî 291.081 Ukraynî revîyane Romanya.

Neteweyên Yekbûyî (NY) dibêje, di navbera 24'ê Sibatê û 10'ê Adarê de zêdeyî 2.3 mîlyon mirov ji Ukrayna revîyane û herwiha hişyarî dide ku ev hejmara dibe ku bigehije heya 5 mîlyon kesan.

XS
SM
MD
LG