Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Harris Serdana Guatemala û Meksîko Dike


Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris di gera pêşî ya li derveyî welêt de serdana Guatemala û Meksîko dike.

Harris di danûstandinên li herdu welatan de dê ser koçberên li sînorên Amerîka kom dibin biaxife.

Ew dê di danûstandinên li Guatemala û Meksîko de ji rêberên wan welatan bixwaze ku bo ewlekarîya sînor zêdetir hevkarîyê bikin.

Çaverê ye ku Harris û rêberên Guatemala û Meksîko ser danûstandinên aborî yên bi wan welatan re jî bipeyîvin.

Serok Joe Biden, di rojên borî de Harris erkdar kiribû ku bo koçberên li sînorên Amerîka çareserîyan bibîne.

Harris dabû zanîn ku divê bi arîkarîyên aborî û mirovî rewşa wan rindtir bibe û wê bang li kompanîyan kiribû ku li welatên Amerîka Navîn karên aborî bikin.

Kamala Harris di danûstandinên de dê bi rêberên her du dewletan re bicive û li Guatemala bi rêberên civakê û karsazan re bicive.

Cîgira Serokê Amerîka di meha Gulanê de bi şandeyeke ji Guatemala re kom bûbû û dîyar kiribû ku bertîl û perexwarinên li wî welatî bo karên aborî yên li welatî asteng in.

Bi zêdebûna koçberên li sînorê Amerîka û Meksîko re li rêvebirîya Biden hin rexne jî hatibûn kirin.

Hin Komarî dibêjin ku gotinên Biden wêrekîyê didin koçberan ku ew herin ber sînorê Amerîka.

XS
SM
MD
LG