Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Harris Dibe ku Serdana Vîetnam û Sîngaporê Bike


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku dibe ku Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris di meha Tebaxê de serdana Vîetnam û Sîngaporê bike.

Reutersê da zanîn ku hûrgilîyên wê gerê hîn eşkere nebûne.

Jêderekî ku navê wî nehat eşkere kirin ji Reutersê re da zanîn ku çaverê ye ku Harris di serdana wan welatan de ser pandemîya vîrusa korona bisekine.

Harris di rojên borî de bo kêmkirina koçberîyê serdana Meksîko û Guatemala kiribû.

Ew bi karbidestên wan welatan re ser mijarên wek pêşdeçûna aborî û mafên jinan axifîbû.

XS
SM
MD
LG