Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hinek Zanîngeh li Amerîka Dest Bi Dersên Online Dikin


Jiber ku pêketîyên COVID-19ê zêde dibin bi dehan zanîngehên Amerîkayê bi kêmî ve bo heftiya yekem ya nîvsalê dîsa dersan dê online bikin dema xwendekar ji betlaneya zivistanê vedigerin. Û hinek jî hişyarîyê didin ku heke pêla pêketîyan kêm nebe dibe waneyên online bihên dirêj kirin.

Zanîngeha Harvardê ji bo sê heftîyên pêşîn yên sala nû dê dersên online bike, û vegera bo kampusê bo dûmahîka Çileyê hatîye plan kirin, heke "şert û merc destûr bide."

Zanîngeha Chicago destpêka sûmestra xwe ya nû dereng dixe û du dê heftîyên pêşîn dersan online bike. Hinek zanîngehên din jî, wekî Zanîngeha Michigan xwendekaran gazî dikin kampusê lê dest bi dersên online dikin.

Gelek zanîngeh hêvî dikin ku heftîyek anjî du dê derfetê bide wan ku ji dema belavbûna herî zêde ya cûreya omicron xilas bibin.

Dîsa jî, zêdebûna pêketîyan nezelaliyê derdixe ku gelek kesan ji destpêka pandemîyê êreve hêvî dikir ku jîyan dê normal bibe.

XS
SM
MD
LG