Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hasan Arslanî: Li Agirî Pênc Hezar Mal di bin Avê de Mane


Li Agirî baran du hefteye li ser hev dibare
Li Agirî baran du hefteye li ser hev dibare

Li bajêrê Agirî û navçeyên wî bi barana ku du hefteye li ser hev dibare, bi milyona xwesar derket holê. 11 mehê, roja Sêşembê barana ku bê navber heta sibehê dewam kir, newala ku di nav bajêr de derbas dibe bi avê der bu û bi hezaran mal û dikan di bin avê de man. Ji bo ew kesên ku bê mal man, ji aliyê Hivasorê ve 100 çadir hatin saz kirin û xwarin tê belav kirin.

Li gor daxuyaniya bajarvanê Agiriyê Hasan Arslanî pênc hezar mal di bin avê de mane. Arslanî got ku ev tofaneke mezin e ku bi serê wan de hatiye û ji bajarên derdorê dexwaza alikariya maşineyên teknikî kir.

Li naçveya Dogubeyazidê (Bazîd) jî lehiya ku bi baranê rabu, bu egera mirina Orhan Zeren. Herweha li navçeyên Diyadin, Tutak, Patnosê jî bi lehiya baranê bi sedan mal di bin avê de man.

Bi barana ku ev du hefeteye dewam dike ava çemê Muradê jî pê zêde bu û rêya nava Wan-Agirî, Erzirom- Agirî jî hat girtin.



Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG