Parlamanterê Partîya Saadetê Hasan Bîtmez, ku pêr Sêşemê li parlamana Tirkîyê dema diaxifî xeriqîbû û ketibû, îro Pêncşemê canê xwe ji dest da.
Mirina Bîtmez, Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Fahrettn Koca ragihand.
Koca ji X’ê dîyar kir ku Bîtmez li nexweşxaneyê tevî hemî mudaxaleyên di çavdêrîya krîtîk de jî canê xwe ji dest daye.
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi telefonê ji Serokê Partîya Saadetê Temel Karamollaoglu re sersaxî xwest.
Bîtmez di axaftina xwe de Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) jiber peywendîyên bi Îsraîlê re rexne dikir û dîyar dikir ku tilîya wê partîya desthilatê di bombeyên Îsraîlê de heye.
Ew berî bikeve got ku desthilat ji ezaba dîrokê bifilite jî ew nikare ji xezeba Xwedê bifilîtîne.
Tomarên parlamana Tirkîyê nîşan didin ku hin parlamanterên AKP’ê dema Bîtmez ketiye gotine ‘’Xezeba Xwedê wanî dibe’’
Bi mirina Bîtmez re parlamana Tirkîyê navbera da xebatên xwe yên ser budçeyê.
Partîya Saadetê, ku li parlamanê 20 parlamanterên wê hebûn bi mirina Bîtmez re ji kombûnê derket.
Li parlamana Tirkîyê jibo partîyek bibe kom divê bi kêmî ve 20 parlamanterên wê hebin.
Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de, Partîya Saadetê ji lîsta Partîya Gel ya Komarî (CHP) re ketibû hilbijartinan bi 10 parlamanterên xwe bi Partîya Siberojê re koma hevbeş ava kiribû.
Jêder: X, Gazete Duvar