Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heşda Şaabî Hember DAIŞ'ê Operasyoneke Nû li Sînorê Sûrîyê Dike


Çekdarên Heşda Şaabî li Mûsilê (Arşîv)
Çekdarên Heşda Şaabî li Mûsilê (Arşîv)

Reuters’ê îro Înê ragihand ku hêzên Şîa yên Îraqê, Heşda Şaabî jibo DAIŞ’ê ji herêmeke çol ya nêzî sînorê derxînin dest bi êrîşên nû kirine.

Berdevkê Heşda Şaabî Karîm el-Nûrî dîyar kir ku bi operasyona nû armanc dikin DAIŞ’ê ji herêmên Baaj û Qairawan, ku 100 kîlometre li rojavayê Mûsilê dikevin, derxînin.

Ji alîyê din ve, hêzên Îraqî yên bi piştgirîya Amerîka jî li Mûsilê dijî DAIŞ’ê pêşketinên xwe didomînin.

Bi operasyona Mûsilê ya ku heft meh in didome, DAIŞ ji piranîya Mûsilê hat derxistin, lê hin taxên wek Bajarê Kevn, di destê rêxistina tundrê de ne ku li wê derê sîvîlan wek mertal bi kar tînin.

Heşda Şaabî bi xwe li herêma Mûsilê dest bi operasyonê kirine ku bi sitandina devereke fireh yê li başûrê rojavayê bajêr, peywendîyên DAIŞ’ê yên bi Sûrîyê re birîne.

Artêşa Îraqê bi daxuyanîyekê ragihand ku hêzên wê yên esmanî piştgirîyê didin operasyona hêza paramîlîter ya ku bi navê Heşda Şaabî tên zanîn.

Berovajî hêzên Îraqî, koalîsyona bi pêşengîya Amerîka alîkarîya Heşda Şaibî nake ku peywendîyên wê bi Îranê re hene.

XS
SM
MD
LG