Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Sipî: Haspel Dê Agahîyên Ser Kuştina Xaşiqcî Bide Trump


Berdekva Qesra Sipî Sarah Sanders dîyar kir ku Seroka Ajansa Îstixbarata Navendî (CIA) Gina Haspel dê ser kuştina Cemal Xaşiqcî brîfîngeke îstixbaratê bide Serok Donald Trump.

Washington Postê ragihandibû ku Haspel, ku bo vekolîna kuştina Xaşiqcî serdana Tirkîyê kiribû, li wir tomarên dengan yên dema kuştina Xaşiqcî guhdar kiriye.

Reutersê jî da zanîn ku Xanim Haspelê tomarên dengan guhdar kirine, lê CIA û karbidestên îstixbaratê ser dengan hîn ti daxuyanîyên fermî nedane.

Xaşiqcî herî dawî di 2’ê Cotmehê de dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.

Erebîstana Saudî berê îdiayên ser kuştinê red kiribûn, lê piştre dabû zanîn ku Xaşiqcî li konsulxaneyê hatiye kuştin.

XS
SM
MD
LG