Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Terorîstekê Amerîkî Yê Regezperist Tê Desteserkirin


Desthilatdariya Amerîka kesek desteser kir yê ku dixwest weke êrîşkarê Nerwêcî Brevik yê ku komkujiyek li welatê xwe pêkanî bû, ew jî weke wî bike.

Welatiyê Amerîkî Christopher Paul Hasson yê ku efserê zêrevaniya peravane, piştî ku hat desteserkirin û belgeyên wî ji aliyê dadgeriyê ve hatin dîtin, eşkere dikin ku Hasson dixwest çendîn kesên siyasî yên partiya Demokrat û kesatiyên ragihandinê bike aramnc.

Hasson yê 49 salî ji regzparêzên pîst spîyên Amerîkîye û bawerî bi baladestiya spiyan heye, hefteya burî di mala wî de ya li Silver Spring, li eyaleta Maryland hatbû girtin.

Di daxûyaniyekê de desthilatdaran fermana girtina "terorîstê Amerîkî" dabû, heta ku tê dadgehkirin, hat gotin ku "yê desteserkiriî plan kir bû hejmarek sivîlên bê tawan bikuje ku kêm caran li vî welatî êrîşên weha pêk tên". .

Ofîsa serdozgeriyê da zanîn ku di mala Hasson de 15 cûrên çekan û 1000 fîşek û teqemenî hatine dîtin, hewiha madên bêhişiyê û hebên çalakirin û hormûnan hatine dîtin.

Hasson di belegean de xwe weke "nejadperistek Spî" dide naskirin û dixwaze welatekî xwero ji kesên spî hebe.

XS
SM
MD
LG