Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Tirk Soylu Dibêje di Erdhejên Hatayê de 3 Kes Mirine

Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu ragihand ku di du erdhejên dawî yên Hatayê de 3 kesan canên xwe ji dest dane û 213 kesên din jî birîndar bûne.

Soylu dîyar kir ku 1 li Antakya, yek li Defne û yek jî li Samandaxê 3 kesan canên xwe ji dest dane.

Li gor ragihandina Soylu, li ser 3 enqazan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê destpê kirine.

Wî bang li welatîyên kir ku dûrî avahîyên bi rîsk bisekinin.

Şaredarê Samandagê Refîk Eryilmaz ji NTV re dîyar kir ku li bajarokê wan hin avahî hilweşîyane.

Eryilmaz got ku êdî kes newêre here malên xwe û banga alîkarîya çadiran kir.

Jêder: NTV, Twitter

This item is part of
XS
SM
MD
LG