Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Francis Dibêje Wî Xwest ku Seredana Rûsyayê Bike


Papa Francis û Putin (Arşîv)
Papa Francis û Putin (Arşîv)

Papa Francis dibêje ku wî pêşniyar kiriye ku biçe Moskow û bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re bicive jibo ku dawî li şerê li Ukraynayê bîne.

Papa di hevpeyvîneke rojnameya Îtalî Corriere della Serra de got ku Papa da zanîn ku wî heta niha ti bersîv ji Kremlînê wernegirtiye.

Papa Francîs dîyar kir ku wî ev daxwaz di nîva meha Adarê de bi rêya wezîrê derve yê Vatîkanê Cardinal Pietro Parolin şandibû.

"Min daxwaz ji Cardinal Parolin kir vê peyamê bigehîne Putin, ku ez amade me herim Moskowê. Bêguman ez li benda bersîva ji Kremlînê bûm. Me ti bersîv negirt, lê emê ser vê kêşeyê bi berdewamî fişarê li wan bikin."

Papa xema xwe dîyar kir ku Putin nikare yan jî naxwaze hevdîtina bi wî re niha qebûl bike.

"Lê, jibo rawestandina van karên hovîtî tu çawa nikarî biceribînî û çi ji destê te tê nikî? Me berî 25 salan dît ku li Rwanda tiştekî heman reng rû dabû."

Papa di hevpeyvînê de dîyar kir ku bi berferehkirina ber bi rojhilat ve û xwe gîhandina ber derîyê Rûsyayê, NATO jî heta astekî ji êrîşa Rûsya ya ser Ukrayna berpirs e.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Rûsyayê di 24 'ê Şubatê de, piştî daxwaza Papa ya hevdîtinê dest bi êrîşa xwe ya ser Ukraynayê kiribû.

XS
SM
MD
LG