Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Ger Belarûs Beşdarî Şer Be Ew Amade Ye


Peyvdarê Servîsa Sînor a Ukraynayê roja Çarşemê got ku Kîev dê amade be ger hêzên çekdar ên Belarûs beşdarî hewildanên şer ên Rûsyayê li Ukraynayê bibin.

Belarûs ku hevalbendê nêzîk ê Rûsyayê ye, diyar kir ku leşkerê wê roja Çarşemê dest bi rahênanên mezinên leşkerî kirine ku bo şer di amadebin û ew ti metirsîyê li ser cîranên xwe nake.

"Dibe ku Rûsya di hin deman de dikare axa Belarûsê an Hêzên Çekdar ên Komara Belarûsê li dijî Ukraynayê bi kar bîne. Jiber vê yekê me tedbîrên ser sînorê bi Belarusê re xurt kirine," peyvdarê Servîsa Sînor a Ukraynayê Andriy Demchenko got.

Rûsyayê dest bi êrîşê kir piştî ku bi Belarûsê re rahênanên hevparên leşkerî pêk anî û destûrî dabû Rusya ku hêzên zêdetir nêzîkî sînorê Ukraynayê bibke.

Herêmên Ukraynî yên li tenişta Belarûsê di qonaxa destpêkê ya êrîşê de ketin bin êrîşa Rûsyayê, lê êrîşên Moskowê niha li ser herêmên rojhilat û başûrê rojhilata Ukraynayê ne.

Demchenko diyar kir ku Ukrayna sînorê xwe bi herêma Transdniestria jî xurt kirye ya ku Rusya piştevanîyeke xurt dide wê.

Karbidestên Ukraynî nîgeraniya xwe derbarê rewşa Transdnisterya diyar kirin û hewlên Rûsî şermezar kirin ku herêmê bikşînin nav şerê Rûsyayê li dijî Ukraynayê.

Moskow jî dilgiraniya xwe anî ziman û got ku ew bûyerên li Transdniestria ji nêzîk ve dişopîne.

XS
SM
MD
LG