Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Keça Haydar Işık Yuksel Mutlu Behsa Jiyana Bavê Xwe Dike


Yuksel Mutlu keça nivîskar û ronakbîrê kurd Haydar Işik
Yuksel Mutlu keça nivîskar û ronakbîrê kurd Haydar Işik

Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Haydar Işık di 17 Berfanbarê 2021’an de li Almanyayê bajarê Mûnîhê jiyana xwe ji dest dabû.

Di van rojan de jibo Işik li Enqerê di Komeleya Dersimîyan ya Enqerê de tazîye hate kirin.

Haydar Işık di dema komkujîya Dersimê de di sala 1937’an de ji dayîk bûye. Li ber komkûjîya Dersimê pîrika wî ewî li Dersimê di şikeftên Duzgunbaba de 2 sal veşartîye.

Li ser jiyan û karûbarên Haydar Işık keça wî Yuksel Mutlu jibo Dengê Amerîkayê axivî.

Mutlu, ragihand ku bavê wê hemû jiyana xwe ji bo serkeftina gelê Kurd meşandîye. Ew li ser jînenîgarîya bavê xwe wiha radiweste "Bavê min li Dersimê navçeya Nazimîye ango Qisle ji dayîk dibe. 5 xuşkê wî û yek kur jî ew bûye. Di dema ji dayîk bûnê komkûjîya Dersimê destpêdike. Pîrika bavê min ewî du salan di şikeftan de vedişêre û du re jî li Akçadag’ê dişîne dibistanê. Bavê min gava di sala 1974’an de çûbû Almanya’yê mamostabû. Li Tirkiyê piştî derba leşkerîyê bavê min ji hemwelatîyê hate derxistin û dest dan ser hemû malê wî."

Haydar Işık piştî ku diçe Almanyayê li Mûnîhê bicih dibe. Ew pêştir Fakulteya Bijîşkî ya Dermanxaneyê û du re jî Wêje û Zimanê Almanî dixwîne. Qîza Hayadar Işık Yûksel Mutlu kar û barê bavê xwe wiha tîne ziman "Jiyana bavê min ji bo xizmet kirina gelê Kurd borî. Ew her gav xwedî li têkoşîna Kurd derket. Li Başûr ango li Herêma Kurdistanê du dibistan vekir. Daxwaza wî ew bû ku li Kobanî jî dibistaneke veke. Heta niha 12 pirtûk derxist tevahîya van pirtûkan li ser jiyana Kurd, Dersim û civaka Kurd in."

Haydar Işık li Parlementoya Awrûpayê cara yekem Konferansa Dersimê dirust kirîye. Işık, li ser keçên Dersimê yên windakirî lêkolîn çêkirîye û wek ganîmet bikaranîna wan keçan eşkere kirîye. Işık di 84 salîyên xwe de li Almanyayê bajarê Munîhê li ber nexweşîya penceşêrê jiyana xwe da û li wê derê hate bin axkirin.

Raporta Enqerê 01 01 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:43 0:00

XS
SM
MD
LG