Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Hayrî Demîr Qala Pirtûka Nû ya Derheqa Demîrtaş Dike


Hayrî Demîr “Çîroka Rehîneyekî Sîyasî Selahattîn Demîrtaş” Nivîsî

Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş 5 salî zêdetir e ku li zindana Erdîrneyê girtî ye.

Rojnamevan Hayrî Demîr, ji destpêka girtina Demîrtaş heta vê demê sedema girtina wî, darizandina wî û neheqîyên ku li ser wî hatine çêkirin bi navê “Çîroka Rehîneyekî Sîyasî Selahattîn Demîrtaş” kir pirtûk.

Demîr radigîhîne ku doza ku li ser Demîrtaş hatiye vekirin nêzîkî 50 hezar rûpelî ye. Demir tevahîya dosyayan ji parêzerê Demîrtaş digire û yek yek li ser van lêkolîn dike û du re jî jibo pirtûka xwe dike materyal. Demîr vê pêvajoyê wiha radigîhîne:

“Pênc sal in ku Demîrtaş li zindanê ye. Min wek rojnamevanek di despêkê de hata vê demê hem doza wî û hem jî dosyayên ku li ser wî hatine amadekirin xwend. Dozgerî wî bi karûbarên terorîstîyê tawanbar dike, lê tiştê ku min bi dest xist tawanên dozgerîyê bi tevahî pûç dike. Demîrtaş jiber axaftinên xwe yên parlamentoyê û nav gel hatiye girtin, xencî vê tiştekî din tuneye.”

Demîr bawer dike ku girtina Demîrtaş ne hiqûqî lê sîyasî ye û delîlê herî girîng jî biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî û asteng derxistina Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan e.

“Piştî lêkolînê careke din eşkere bû ku doza Demîrtaş bi tevahî sîyasî ye. Wek nimûne Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî biryara berdana Demîrtaş dabû. Lê, Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi eşkere got ‘emê wî ber nedin’. Ev yek jî bi tena serê xwe vê dozê di seri de heta dawî dike sîyasî.”

Dema ku Demîrtaş li der bû, rojnamevan Hayrî Demîr bi wî re hevpeyînek çêkiribû û ew jiber vê heypeyvînê tê darizandin û dadgeh jibo wî 20 sal ceza dixwaze.

“Min di sala 2015’an de bi Demîrtaş re hevpeyvînek çêkiribû. Di derheqê min de dozek hate vekirin 20 sal ceza dixwazin. Ev hevpeyvîna ku min bi Demîrtaş re çêkiribû wek delîlekê di dosya min de cî digire. Min tenê karê rojnamevanîyê kiribû, lê 20 sal ceza dixwazin.”

Pirtûka Hayrî Demîr “Çîroka Rehîneyekî Sîyasî Selahattîn Demîrtaş” ji Weşanxana Notabena derket û ji 264 rûpelan pêk tê.

Demir di vê pirtûkê de li ser doza Demîrtaş, behsa doza girtîyên din yên HDP’ê ji dike.

ED_03_01_2022_Hayrî_Demîr_Demîrtaş
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:26 0:00

XS
SM
MD
LG