Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aborîzan Denîz: Kirîna Çekan û Operasyonên Leşkerî Ekonomîya Tirkîyê Xirabtir Dibe


Sendîkaya TURK-IŞ’ê li Tirkîyê ragihand ku malbateke çar kesî hewceyî 2.482 lîra (310 dolar) e ku bikaribe bijî.

Di dawîya meha Cotmehê de nirxê dolara Amerîkî hember lîraya Tirkî bilindtir bû û nirxê dolarekê ji 8 lîraya Tirkî borî.

Aborînzan Huseyîn Denîz dibêje ku hem operasyonên leşkerî yên Tirkîyê û hem jî sîyaseta aloz ya navxweyî bandoreke neyênî ser aborîyê dike.

“Di vê dema pandemîyê de aborîya hemî dinê ber bi nebaşîyê ve çû. Bandora vê ser Tirkîyê jî çêbû. Lê, li Tirkîyê kirîna çekan û operosyonên leşkerî jî roleke xirab dilîzîn.”

Denîz bi bîr tîne ku Tirkîyê di nav van deh salê dawî de ji 20 mîlyarî zêdetir çekên leşkerî kirîne.

“Niha gel dest ji lîrayê berdide û berê xwe daye kirîna dolaran. Hikûmetê jî jibo bergirîya girtina û firotina dolaran baceke nû danîye.”

ED_27_10_2020_H_Denîz_Aborî
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:15 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG