Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Endamên HDKI li Herêma Kurdistana Îraqê Hatin Kuştin


Hizba Demokrat ya Kurdistana Îranê (HDKI) ragihand ku 2 kesên şeva Pêncşemê li ser Înê li gundê Helşoy yê devera Qeladizê hatine kuştin endamên partîya wan bûn û ew ji alîyê "ajanekî Komara Îslamî ya Îranê ve" hatine kuştin.

Hizba Demokrat di daxuyanîyekê de got ku endamên partîya an "ji alîyê kirêgirtîyên rejîma Îslamî ya Îranê ve, bi planeke pêşwext kar bo hatîye kirin, hatine kuştin, her du kesên hatine kuştin bi navên Adil Muhacir yê naskirî bi “Serbaz” û Luqman Acî şehîd bûne."

Li gor agahîyan, kesên kuştî her du xelkê Pîranşehrê ne û di wê bûyerê de kesekî din bi navê Seîd Moradpûr ku di heman demê de endamê Hizba Demokrat e, birîndar bûye.

Li gor agahîyên Rêxistina Hangaw ya Mafên Mirov, ev êrîş ji alîyê Resûl Ezerexş, endamê berê yê Hizba Demokrata Kurdistanê (HDKI) ve hatîye encamdan, ku 6 sal berê piştî derketina ji partîyê vegerîya Îranê. Wî jêderî dîyar kir ku piştî ku wî ew bûyer pêkanî xwe gihande ser sînor û xwe li derdora sînorê Qeladzê radestî hêzên Komara Îslamî ya Îranê kir.

Li gor agahîyan, Saadî Moradpûr jî ji alîyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatîye desteser kirin ji bo lêkolîn kirinê derbarê wê bûyerê.

Baregehên Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK) bi dehan sal in ku li Herêma Kurdistanê ye û çend caran ji alîyê rejîma Îslamî ya Îranê ve bi dron û mûşekan rastî êrîşa çekdarî hatiye.

Hizba Demokrat di daxuyanîya xwe de bang li rayedarên Îraq û Kurdistanê kir ku li hember van êrîşan helwestê nîşan bidin.

“Di dema şermezarkirina vê kiryara terorîstî ya Komara Îslamî ya Îranê de, em radigihînin ku mekîna terora Komara Îslamî ya Îranê dêjî têkoşerên sîyasî yên Kurd ji Kurdistana Rojhilat zêdetir ji caran zêdetir, banga bo alîyên têkildar, yên dewleta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re li hember hewlên terorîstî yên Komara Îslamî ya Îranê helwest nîşan bidin.”

Heya dema nivîsandina vê nûçeyê, ne hikûmeta Herêma Kurdistanê û ne jî hikûmeta Îraqê ti daxuyanî derbarê wê êrişê de nedane û Komara Îslamî ya Îranê jî berpirsîya xwe negirtîye ser xwe.

Kanalên medya herêmî ji çavkanîyên HDKI ragihand ku 4 kesên ku bi mebesta seyranê li gund Hêşo yê Qeladizê çû bûn çolê, berê pêşmergên HDKI bûn û niha di dema bûyerê de tenê ew endambûn.

XS
SM
MD
LG